BEŞA 18: PERWERDE Û PÊŞKETINA ÇANDÎ
18.1 PÊŞEKEŞ: ANALOJIYA PERWERDEYÊ YA JI CIVAKÊ TÊ
Civak wekî bedenekî mirovî ye; perwerde pêşketina zihnî û hişmendiya çandî ye.
* Kes (Yekeyên Civakê) → Hucre
* Perwerde → Hişmendî û zekâ
* Çand → Ruh û nirx
Quran: “Bixwîne! Bi navê Xwedayê ku afirandiye bixwîne...” (Elek, 1-5)
Hedîs: “Zanyarî (îlim) fêrbûn li ser her misilmanekî/ê ferz e.”
Încîl: “Bi zanyarî û hikmetê mezin bibin...” (Luka 2:52)
18.2 STRUKTÛRA PERWERDEYÊ Û REJÎMA ZIMAN
Sîstema perwerdehiyê ji bo civakê di sê astan de tê birêxistin:
* Perwerdehiya Bingehîn: Dibistan û astên gundan; xwendin-nivîsandin û çanda bingehîn.
* Perwerdehiya Navîn û Pîşeyî: Zanyariyên teknîkî, huner, xeratî û jêhatiya hilberînê.
* Asta Bilind û Lêkolîn: Zanîngeh, enstîtûyên lêkolînê û pêşketina zanistî.
ZIMANÊ PERWERDEYÊ: Her bajar bi Zimanê Bajarî (Kurmancî, Soranî, Dimilî, Gurcî, Erebî hwd.) perwerdehiyê dibîne. Di zanîngehê de zimanê hevpar ê welat lê tê zêdekirin. Di lîsansa bilind de îlim bi Erebî, zanist (bilim) bi Latînî tê kirin.
18.3 GUNDÊ HUNERMENDAN
Gundê Hunermendan navendeke hilberîna ekolojîk û aborî ye.
A) Raketin û Niştecihbûn:
* Cihê Mêvanan: Ji bo hunermendên ku ji derva tên.
* Cihê Niştecihan: Malên hunermendên ku di gund de dijîn.
* Cihê Seyranê: Ji bo kesên ku ji bo betlaneyê û dîtina çandê tên.
B) Mîmariya li gorî Xwezayê:
* Malên Kevirî: Li deverên kevirî bi keda destan.
* Malên Şikeftî: Li çiyayan û şikeftên modern.
* Malên Kerpîç: Li deştan bi herî û kerpîçan.
* Malên Darîn: Li herêmên daristanî.
* Mîmariya Avê: Li geliyên ku av tê de diçe, bendav tên çêkirin. Li ser avê bi varêlan Textên Dîwanan tên danîn û masiyên kedî tên xwedîkirin.
C) Sûka Gundê:
Hunermend ne tenê berhemên hunerî (pirtûk, fîlm, wêne), lê berhemên Serayan (sêv, xox, zerdel hwd.), hêk û berhemên ziraatê yên ku bi xwe hilberandine rasterast difiroşin gel.
18.4 BAJARÊN HUNERÊ (SANAT KENTLERİ)
Bajarên hunerê forma gundan a mezintir û profesyoneltir e. Li nêzî metropolan (Amed, Wan, Hewlêr, Sine, Qamişlo) tên avakirin.
* Dika Sahneyê: Firehiya cihê rûniştina temaşevanan 2 metre ye. Mase û kursiyên her kesî hene û riyên derbasbûnê fireh in. Li gorî demsalê serê sahneyê bi sîstema mekanîk vedibe û digire.
* Enerjiya Xweser: Ev bajar bi enerjiya ba û rojê elektrîka xwe bixwe hildiberînin.
18.5 ŞIRÎKATIYA HUNERÊ Û KOOPERATÎF
Hunermend keda xwe di bin sîwana kooperatîfê de dikin yek:
* Seta Sînema û Şanoyê: Piştî derketina mesrefan, parvekirin wiha ye: Derhêner %20, Lîstîkvan %20, Ekîba Teknîkî %30, Kooperatîf %30.
* Muzîk: Parvekirina dadperwer di navbera stranbêj, enstrumanvan û bestekaran de.
* Helbestvan: 10 helbestvanên gund her meh 10 helbestan dinivîsin û wekî Pirtûka Antolojiyê tê çapkirin; dahat dibe qezenca hevpar.
18.6 KERVANÊ HUNERÊ Û MÜNAZARA
Berhemeke hunerî ya ku derketibe; bi dorê ji Sineyê dest pê dike, diçe Mahabad, Wan, Amed, Hewlêr û Qamişloyê.
* Piştî nîşandanê, bi gel re Münazarayên Şev û Roj tên kirin.
* Bi rexne û pêşniyarên gel, huner kûrtir dibe û hişmendiya civakê bilind dibe.
18.7 ENCAM: PERSPEKTÎFA GIŞTÎ
* Perwerde qabiliyeta zihnî û hilberîna civakê zêde dike.
* Pêşketina çandî, hunerê dixe nav jiyana rojane, zevî û sûkan.
* Di nav "Pergala Aşîtîyê" de hunermend hem hilberîner e hem jî ramanwer e; bi hilberandina xwarin û enerjiya xwe azad dibe.
* Parvekirina zanîn û çandê, stûna bingehîn a dadmendî û refahê ye.
Xeratê Civaknas Zeki Altuboğa