DESTÛRA CIVAKÎ
Zagônên Bilindbûn û Hilweşîna Şaristaniyan
BEŞA IV
LIYAQAT (ŞAYESTEYÎ), EMANET Û KRÎZA RÊVEBERIYÊ
1. Rêveberî: Ne Hunera Bikaranîna Hêzê ye, Qada Berpirsiyariyê ye
Kalîteya rastîn a şaristaniyekê, ji teknolojî an jî kapasîteya wê ya leşkerî bêhtir, bi kalîteya rêveberên wê tê pîvandin.
Rêveberî li ser du bingehan ava dibe:
* Zanabûna emanetê
* Prînsîba liyaqatê (şayesteyê)
Heke meqamê rêveberiyê bibe qada îmtiyazê, rizîn dest pê dike.
Heke rêveberî wekî qada berpirsiyariyê bê dîtin, sîstem xurt dibe.
Di dirêjahiya dîrokê de, dewlet ne bi destê dijminên derve, piranî bi lawaziya rêveberiya hundurîn hilweşiyane.
2. Aliyê Civakî yê Konsepta Emanetê
Emanet ne tenê exlaqê kesane ye; peymaneke civakî ye.
Selahiyeta rêveberekî:
* Sipartî baweriya gel e
* Bi sînorên hiquqê hatiye diyarkirin
* Bi berpirsiyariya exlaqî tê hildan
Heke selahiyet ji kontrolê qut bibe, emanet tê îhlalkirin.
Ev îhlal tavilê nabe sedema hilweşînê, lê mekanîzmaya parastinê ya sîstemê lawaz dike.
3. Liyaqat: Sîstema Demarî ya Dewletê
Liyaqat ne tenê tercîhek e; neçariyek e.
Dema ku li şûna jêhatîbûnê (ehliyet), "dilsozî" (sedaqet) bibe esas, sê tişt diqewimin:
* Sazî (kurum) lawaz dibin
* Kalîteya biryaran dikeve
* Rêveberiya krîzê bi ser nakeve
Di civakekê de dema ku kadroyên şaş zêde dibin, zincîra şaşiyan çêdibe. Ev zincîr di serî de nexuya ye, lê di dema krîzê de sîstem hildiweşe.
4. Serxweşiya Hêzê û Xeyala Mutlaqbûnê
Krîza rêveberiyê piranî bi serxweşiya hêzê dest pê dike.
Avahiya ku hêzê di destê xwe de digire:
* Rexneyê wekî gef dibîne
* Fikrên alternatîf diçewsîne
* Kontrolê (denetim) lawaz dike
Ev pêvajo di dîrokê de gelek caran dubare bûye. Dewleta Osmanî di dema bilindbûnê de sîstema liyaqata saziyan xurt girtiye; di dema belavbûnê de torpîl (îltîmas) û navendîbûn zêde bûye. Rizîn, beriya têkçûna leşkerî di burokrasiyê de dest pê kiriye.
5. Hêza Bêkontrol: Destpêka Hilweşînê
Hêz bi du awayan tê sînorkirin:
* Bi hiquqê
* Bi kontrola saziyî
Heke mekanîzmayên kontrolê lawaz bibin:
* Gendelî (yolsuzluk) zêde dibe
* Kalîteya biryaran dikeve
* Baweriya raya giştî kêm dibe
Hêza bêkontrol demekê biryarên bilez digire, lê di demdirêjiyê de şaşiyan hildiberîne. Mînakên dîrokî vê yekê piştrast dikin. Împaratoriya Romayê di demên xwe yên dawî de hêza leşkerî û siyasî navendî kir; senato û hevsengiya saziyan lawaz bû. Encam: Bêîstîqrariya hundurîn.
6. Zelalî di Rêveberiyê de
Zelalî (şeffafî) ne luks e, neçarî ye.
Di sîstemên ku ne zelal in:
* Gotegot zêde dibin
* Bawerî kêm dibe
* Dûrahiya civakî mezin dibe
Zelalî ne tenê parvekirina agahiyan e; kapasîteya hesabdayînê ye. Sîstemên ku hesab nadin, tirsê diafirînin. Tirs ne domdar e.
7. Pergala Tirsê û Krîza Meşrûiyetê
Dema ku rêveberî spartî tirsê be, di demeke kurt de kontrolê peyda dike. Lê di demdirêjiyê de meşrûiyeta xwe winda dike.
Meşrûiyet bi sê tiştan pêk tê:
* Edalet
* Liyaqat
* Beşdarî (katılım)
Heke yek ji van lawaz bibe, şeq (qelîştok) çêdibe. Dema du lawaz bibin, krîz dest pê dike. Dema her sê lawaz bibin, hilweşîn bilez dibe.
8. Rizîna Burokratîk
Burokrasî stûna pişta dewletê ye.
Heke burokrasî:
* Bibe alîgir (partîzan)
* Bikeve bin çanda tirsê
* Ji girtina rîskê bireve
Rêveberî felc dibe. Burokrasîyeke felcbûyî di dema krîzê de naxebite.
9. Rêveberî û Baweriya Civakî
Dema ku baweriya civakê bi dewletê kêm dibe:
* Lihevhatina bacê kêm dibe
* Veberhênan (yatırım) kêm dibe
* Koça mêjiyan (beyin göçü) zêde dibe
Windakirina baweriyê, windakirina aboriyê ye. Serwetê herî mezin ê civakekê ne çavkaniyên xwezayî ne, baweriya wê ye.
10. Reaksiyona Zincîrî ya Krîza Rêveberiyê
Krîza rêveberiyê bi vê rêzê bi pêş dikeve:
Winda kirina liyaqatê → Şaşiya saziyî → Kêmbûna baweriyê → Tengasiya aborî → Aloziya civakî → Şikestina siyasî
Heke ev zincîr neyê dîtin, veger giran dibe.
ENCAMA BEŞA IV
Krîza rêveberiyê ji nişka ve nateqe. Hêdî, bêdeng û ji hundur ve bi pêş dikeve.
Xurtiya şaristaniyekê spartî van e:
* Kalîteya kadroyan
* Mekanîzmayên kontrolê
* Kapasîteya hilberandina meşrûiyetê
Dema zanabûna emanetê winda bibe, wusa xuya dike ku dewlet hêza xwe winda nake; lê bi rastî ji hundur ve pûç dibe.
Xeratê Civaknas Zeki Altuboğa