Haydê bi xatirê we
Rêwitî li lêviya me ye;
Rêwîtîya koçberî.
Yek bi yek wê werin li pey me
Kesên mane li vir.
Destên me ji destên hev dibin;
Hetahetayê em ê ji hev dûrr bikevin,
Kesên diçin bihuştê,
Kesên diçin dojehê.
Heskirin tine, bêrîkirin tine,
Carek din dîtin tine.
Kesên xatir nexwestin û çûn.
Kesên çûn axx!... kesên çun...
Li bihuştê dinyayek nû,
Hevalên nû,
Li dojehê azabên nû,
Şerên nû...
Rêwitî heye.
Koçberî heye.
Kî dizane
Kî li kuderê, kengî
Û çawa wê hev bibînin?
Dibe ev hevdîtin:
Bi kêfxweşiyekê,
Bi hêzkirinekê,
Û bi xemgîniyekê jî pêk were.
Loma ha ku we dît li civata we me.
Heval û hogirên min!
Êdi xeyd tuneee.
Xweacizkirin tuneee.
Kesên ji min re bêhnferehî nîşan danee.
Seba şerê me bi hev re kir.
Dibe em li bihuştê bin.
Em tev li cem hev
Hevalên min canê min
Van çendê ha ji we dûrr Ketim.
Yek bi yek ji heskirên xwe,
Qeder wê me û we bigîjîne hev
Em bûne hevalên hev, Heval in
Dost in...
Hun ji kezeba peritî jê hesdikin!
Lê ew ji we hesnake
Tu dibêjî em bigîjîn hev bibin yek
Naxwaze...
Weha derbas dibe emrê me.
Her tim bi hesret,
Her car bi hicran,
Li bihuştê bi tik û tenê namînin
Em ê hevalên nû çêkin helbet!
Helbesta: Sosyolog Marangoz Zeki Altuboğa
ji Melle Silêman re diyarî ye.