Meyzêna Civakê
Di navbera dewletande wekhevî, denge tine
Kê bi kê karibe yê hêzdar yê lewaz weka koleyê bav û kalê xwe dibînin...
Hemî dewlemendîyê wan ji bo xwe bikar tînin...
Bê edaletî di navbera dewletande gelek heye...
Meyzêna di navbera dewletande xware newek heve.
Îca di nava welatan bixwe da jî her weha ye
Di navbera sazîyê civakî de jî meyzên xware ne weka hevin.
Îro dewlet li ser çi avadibe?
Li ser Olî, ilmî, aborî û siyasî avadibe
Di pergala avakirina van de pirsgirêk heye. Di pratîka bi rêvebirina wan de pirsgirêk heye.
Ya herî girîng jî di têkilahîya di navbera van quruma an sazîyan de pirsgirêk heye.
Denge tineye wekhevî tineye, Meyzên xware
Di dîrokê de sazîyên olî ku dewlet xistine destê xwe de denge xera buye. Eyar xera buye Meyzên xwar buye.
Îca li welatê kapîtalist aborîvan Bazirgan an dewlemenda dewlet xistin destê xwe li evder jî hevsengî xera bun.
Li welatê sosyalist jî qurumê siyasî dewletê xistin destê xwe eyar xera kirin, hevsengî, denge nehiştin..
qanunçêker (yasama)
Birêvebirin (yürütme)
Darêzgêrî (yargı)
Hemî cîhan ev hersê mercê hanê dan pêşîya xwe sistem li ser Sêpêya hanê avakirin...
Lê tiştek din ya herî girîng ji birkirin.
Ew jî kontrol an jî DENETİM
Pêdivî bi kontrola van sêpê yê demokrasîyê heye.
Qanunçêker, birêvebirin, Darêzgêrî...
Ev bê kontrol bê denetim nabe.
Îca bi rêya siyasî radibin yekîtîya van çêdikin nabe şuna ev ji hev cuda û serbixwe bin.
Îca ji binî mêzên xwar dibe.
Kar û bar tevlî hev dibe...
Li welatê sosyalist kesên siyasî rêveberîya partiya ev kontrol dixin destê xwe meyzênê xera dikin.
Li welatê kapîtalist bazirgan li gorya xwe eyarê mêyzênê dileyîzin..
Di dawîya van nebaşîyên hanê de
Gel dixin bin bandora xwe gel diterpisînin...
Zilm zordarî û bê edaletî dibe kiryarê rojane...
Gel dikeve heyra jiyana xwe û êdi feqîrî destpêdike..
Kesên derfet dibînin diçin, hicret dikin welatê din...
Seba vê bê edaletîyê.
,