Derblêdana Şer
Zanyarê siyasetê dibêjin:eger dewleta we bikêrê şer nê, xêra dewleta we li nav dewletê cîhanî de tine.
Dewletê cîhanî we li gorya hêza artêşa we qebul dikin.
Nexwe artêşek netewî û gelek bi hêz pêwiste.
Ew jî nebe ji 16 salî hetta 60 salî hemî gelê me salê heyvekê nobeta parastinê bigire û di demên din de jî her daîm amadebe. Heftîya yekem li sînor ya duyem li bajêrê mezin ya sêyem li bajar û ya dawî li kolan an gûndê xwe vê nobetê bigrin. Kur'an ji kesên parastin dikin re mumîn dibêje û wan raserî hemî bawermenda qebul dike.
Netewê heq nexweş ê kuu haq nenasin netewê barbar yên êrişker ji boy bên sekinandin û bên biterbiyekirin çeka herî giring rêya herî baş şere .
Ji dewletên weha bêdîn bêîman re yekîtîyaxwe bi dewletê cînarê vê dewletê re çêkin û êrişkin.
Li dijî ev neheqîyê wan bi mafdarî ya herî rewa lêdin! têk bibin! hetta pêdivî hebe wan ji dîrokê jêbibin. Wan kontrom bikin.
Di wan şert û mercan de dewlet heqê wane, van dewletê weha hovane ji holê rakin.
Di dîrokê de dewlet kal û pîr bune, muessesê wê dema wan derbas buye,
xwe nûjen nekirîye û nikaribune pêdivîyên dewletbunê bi cî weynin, seba vê yekê ji holê rabune.
Dewleta cînar wê dewletê dagirdike û wî gelî ji bê xwedîbunê xelas dike.
Şêrrê serdema neha vê yekê pêk naynin .
Lenin dibêje
Başî ewe herî hêzdar ti bî. Ya girîng ewe dema lêdanê û tê ji kurde lêdî baş hesab bikî. Ew jî bi şertê ku ti wan têk bibî ti lêdî.
Dewêlên emperyal demek weka kapîtalist û sosyalîst cîhanê kirin du parî parvekirin.
Dewlemendê cîhanî ku li pişt ev dewletê emperyalin an weka şerrê cîhanî şeren derdixin an jî weka şerrê îran û ıraqê, weka şerrê kore û vîetnamê berê cînara didin hev...
Lê dema neha dema şerrê navxwe ye. Weka şerrê li Libya weka şerrê surî ye...
Ji boy wan kê çu kê ma negiringe. Yê girîng neft/ petrol, gazaxwezayî, xebatkarê di şertên kola de bi xebitin...enerjî madenin...
Kesên bi tekbîran gulle berdidin û kesên gulle DİXUN, ew jî tekbîr tînin.
hey ahmeqnoo we fêm kır îca hun ji boy kîjan "xwedayî "hatin kuştin.An we birayê xwe kuşt!
Şerrê di vê sedsalî yê de şerê gelek bi pirsgirêkin
Artêşek şer hebe û kê bixwaze tevli wê bibe ev tiştek baştire...
Weha nabe, yê ku şer nexwaze jî dibin şer.