Şaristanî cur be cur tên binavkirin ji terefê nivîskaran de
Li ser vê yekê gelek rexne lê hatibe kirin jî
Arnold Toynbee û Oswald Spengler cûdatîyek wan heye .
Meriv kare Bahsa nêrîna wan bike. Erê kêmasîya fikra wan jî heye.
Çêbuna şaristanîya,
pêşketina şaristanîya,
Û dawî hatina li şaristanîya.
Nêrînek nû hanîne dîroka sîyasetdarîyê.
Ez bahsa ku bi çi rengî siyasetê ji hev qetandine nakim bi vê nivîsê.
Ezê bahsa pêşketina şaristanîya bikim lê bi nêrînek cûdda û buyerên qewimîne.
Livir emê bahsa Henrî frankford bikin dibêje çi:
Ferqa dinavbera Şaristanîya Kurdîstanê û Mısırê dike.
Weka şeklê dewletê qiyas dike û bi rastî jî girînge ev Ferqa ku bahsa wê dike.
Wekîdin cûdatîya wan çiye, pêwiste em wê weynin civatê, nişanê çava bidin.
Bi teknîka ku emê li şeklê şaristanîya binêrin êdî hun karin hemî şaristanîya li vê bêjingê xin.
Li gorya H. Frankfurd cûdatîya Misir û Kûrdîstanê bi şeklê wan eve
1.Nivîsê li Ser Kurdîstanê yê herî kevin
Ji boy karê rojane karê pratik hatine nivîsîn
Nexwe ez dibêjim
Nivîsa rojane di dîrokêde ya herî kevnar Kûrd nivîsîye.
Ev ji boy aborîya gelên oldar cî yê weka xerebreşka (göbeklî tepe) û dehan cî weka evder ku hê erdkolojî lê nehatîye kirin li mala badê, li erxenê, li eskîfa batmanê, li Nemruda semsur, li nînova, li herêma çiyayê zagrosa, li devernê wanê bajarê UR û bi sedan cî û war...
Civakê weha ji boy aborîya xwe rojane nivîsîne.
Rêveberên cî yê weha olî ji boy aborîyê, rojane nivîsîne.
Li hêla din nivîsî herî kevin yê Mısırê
Li ser tirbê qiralan hatine nivîsîn. Tiştên efsunî.
Xebatkarê qiral yê daîmî mamurê qiral ku li ser mora wan bi kolandin nivîsê hatine nivîsandin.
2.Hunermendîya Kurdîstanîya zafê wan li ser bawermendîyê li ser şun warê olî ye. Ava kirina van cî yaye
Li hêladin yê Misirê kar û barê ku qiralê misirî kirine û mijarê dîrokî hatine nivîsîn.
3.Eserê Kurdîstanîya ziyaretgehin
Ziyaretgehê Kurda cî yê hebandinê, ziyaretin.
Ziyaretê Misrê gorê qiralane.
4.Li Kurdîstanê şaristanîya herî kevnare û pêşketî bajarên ku bi serê xwe weka dewletin zevîyê wan hene û bajar hemî hilberîna xwe dike... Her bajarek û bajarok serbixweye.
Li Misrê qiralek heye ew jî wekîlê Xweda ye hemî bajar di bin kontrola navendê ye.
Lê weka çand,
xelkê bedewîne dinya nedîtîne...
5.Kurdistan kesên mafdar be, kesên hêzdar qebul dike.
Li cem Kûrda ku ti mafdar bî kesên li dijî te kê dibe bila ew be, dîsa jî mafdar ti yî... Sistemek Wisa adilane sistemek wan ya bi edalet heye
Mısır kê hêzdar be ew mafdare.
Her weha eslê sistema Misrê jî Kurdîstane lê belê sistema ku xera buye, sistema xweser buye sistema navendi ya hêzdar.
Seba vê yekê piştî Kurdîstan û Misrê şaristanîyê çêbune emê wan bikin du curre.
Grub an curra yekem ev şaristanîya Kurdîstane
Ev heqî raserî hemî xala digre. Hêz û desthilatdarî li ser heqîyê avakirin.
Nabêje koşk, birc û serayê me bila hebin. Em DEWLEMEND BİLA XUYAN BİKİN.
Gelê xwe pêştir digire. Rêveberîya Xweser esasê rêveberîya wan buye.
Ev şaristanîyê Rojhilat bune
Kurdîstan, Filistin, Xiristyanî, Îslamîyet
Bi ev navê hanê di Dîrokêda cî girtine.
Curra duyem ekola Misrê ye.
Hêzdarî raserî hemî xala digre.
Dibêje ku ti hêzdar bî ti mafdarî. Esasê heqîyê hêz e.
Rêveberî navendî ne. Hemî biryar navend dide. Herêm ti inisiyatif û maf tine. Gel li cem wan kole ne. Sistema koledarane.
Misir Yewnanê berê, Roma û welatê Rojhilat weha bun.
Ev herdu curre şaristanî di dîrokê de weka şev û rojê li pey hev hatine
Yek hatîye dawî li ya din hanîye. Dewlet bi teorik û pozîtîfî pêşketine.
Kurdîstan duzena siteyan
Misrê duzena qıraltîyê
Filistin duzena qanunîyê
Yewnana berê duzena zaf bêjin çi ew
Hristiyanî duzena olî
Roma duzena emperyalî
Îslâm duzena îçtihadê
Rojhilatî duzena brokrasîyê xistin xizmeta siyaset û merîvahîyê.