GUNDÊ HUNERMENDAN
Li gundê hunermendan cihê raketinê heye.
A)Cihê raketina hunermendên mêvan
B)Cihê raketina niştecihên hunermendê gund
C)Cihê kesên ku diçin li wê derê seyran û betlaneyên xwe derbas dikin.
D)Sûka Gundê
E)Dika Cihê Şano, Sînema û Konserê
Ev malên li gundê hunermendan li gorî xwezaya wir tê ava kirin. Eger di xwezaya wê de kevir zaf bin em ê malan bi keviran çêbikin, eger di çiyayekî de be em malê şikeftî çêbikin, eger deşt be em ê malên kerpîç bi heriyê çêbikin û eger daristan be em ê malên darîn çêbikin hwd.
Malên Şikeftî
Malên Şikeftî
Malên Kerpîç
Malên Darîn
Malên Kevirî
Eger cihê ku em ê gundê hunermendan lê ava bikin newaleke ku av tê de derbas dibe bibe, em ê pêşiya avê bigrin wek bendavek jê re çêbikin. Li ser avê bi varêlan textê dîwanan daynin. Masiyan di wir de kedî bikin.
Li gundê hunermendan dik tê çêkirin. Firehbûna cihê runiştinê 2 metre ye. Cihê runiştinê cihê maseya mêvanan kursiyê wan û riyekî dihêlin ku temaşevan bi rehetî derbas bibin û herin rûnîn. Li gorî demsala xwe serî wê derê tê girtin û vekirin.
Sûka gund tê çêkirin. Hunermend berhemên xwe û tiştên ku dihilberînin li wir difiroşin. Pirtûk, album, fîlm, wêne; malên ziraatê, qatix û hêk. Di zêviyên serayê de çar demsal hilberîn dikin. Sêv, xox, încaz, zerdel. Bi saya wan serayên bilind her demsal fêkiyên teze hene.
Şirîkatiya seta sînemayê wê çawa ava bibe? Di seta sînemayê de derhêner, senarîst, kostumvan, ronîvan û lîstîkvan hene.
Ev xebatkarên seta sînemayê di destpêkê de li ser çîroka fîlm li hev dikin. Pey re li ser parvekirina pereyê ku ji hasilata sînemayê tên li hev dikin. Ji bo derhêner %20, lîstîkvan %20, ekîba teknîker %30 û kooperatîfê %30 tê parve kirin(piştî ku mesref ji derkeve).
Seta Şanogeran jî her wiha ye. Yê muzîkê diguhêre. Stranbêj zaftir distîne, enstrumanvan jê hindiktir distîne bestekar baştir distîne.
Şirîkatiya Helbestvanan
Deh helbestvanên vê gundê hene. Her helbestvanekî di heyvekî de deh helbest dinivîsin û ev 100 helbest dibe pirtûkeke antolojî ya helbestan.
Sosyolog Marangoz Zeki Altuboğa