Şivanê ji Bîngolî
Ez kurê şivanekî me
Ku hê bahrê nedîtime
Lê ez berxê koza liber vî çiyayîme
Ji bavo Adem hetta neha,
Nobedarê vî Welatîne.
Ev kambaxê newalê kûr
Lodê kevirên serî dûr
Gûr dike zûre zûr
Her ro li ber pez dibînin me
Ji kanîya xwe av dide me
Cêr li ser milê me
Di Şiverêyanda me
Diçin zozanê me
Bi dengê zengilê beranê me
Tahtik dibêjin lipey me, kilamê me
Tine xwendin û nivîsandina me.
Dibêjin sal derbasbune,
Karik û berxê me.
Xweziya me,
Dûre weka stêrkên esîmanên me.
Kerîyê pezê me li pêşîya me
Li cem me seyê me
Diçêrînin hetta dema şevînê
Bîrhanîn heye li ser birînê
Çêbume şevek ji şevê havînê
Peyva dawî gotîye bavê me
Li ber kema strînê
Li wî berjêrî gûr mî hilanî
Şeva daweta Suna min bu,
Destê wê ji destê min deranîn
Ku ti şivan û gavanê xelkê bî
Tê herdem bindest û ser pêl bî
Disa buye şev
Pez razaye li geır
Hiv buye zer
Şêrîn xew buye keırr
Stara te kulav be jî
Ti li ber bager, berf baran be jî
Ti di hembêza zozanda be jî
Tine sûk û bazar li xewna me
Feleka xayîn şivantî da me
Stara me kulavê me
Ajalin li derdora me
Ji pez tine para me
Kelecan dilşad î li zozana
Weka xewn û xeyala,
Li ser ewrê hêşîn dimeşî.
Direvî ji teqareqa bajara.
Dîl vekir,dîl kır,
Zozanê Bîngolê ji şivanara.
Helbest :Kemalettin Kamu
Werger :Zeki Altuboğa