Di Dîrokêda Dema Bazirganîyê
Kîymeta aborîya bazarê û bihevre ku dibin alîkar xêra zibarê hate fêmkirin divê demêda
Li aborîya bazarê ya sukê xêra zibarê xebata koloktif hat fêmkirin. Kesên berê serê sibê taxta datanîn û êvare hildidan êdi li wir xwe bi cî kirin.
Êdî esnafê daimî ku her car li wir heman mal difiroşe çêbun.
Berê xelkê tanîn malê xwe yekser difirot li ser text datanîn û difirotin.
Êdî bazırgan çêbun, seba dikkandarên daimî vebun.
Suk roja bazarê berê dîyar dikir. Ědi bu ku her roj bu roja bazarê.
Seba dikkandarên daimî ew kes êdi bun bazirgan kê kengê xwest malê xwe hanî firot û kêjî xwest ew jî çun mal stendin
Dema nû êdi destpêkir.
Dema BAzarê, dema Bazirganîyê.
Di civakê de jî ev kes bun bazirgan civakek çêbu civaka bazirgana.
Reqabet, hemberî, destpêkir malê baş û erzan kê difiroşe Nexwe emê herin batmanê sûka Elo tewşo :))))
Bazara azad pîyaseya azad çêbu.
Buhayê mal li ser xwesteka muşteriya ya talebkaran dibu,ku jê re ereb" arz û talep" digotin
Seba vê yekê bazirgan kărek gelek hindik lê băr dikirin. Nikaribun kăra zêde bixwestina
Bazirgan ji boy vê yekê di vê demê da rewşa wan nebaşbu.
Dibêjin hun bixwazin erzan bîstînin em jî nafiroşin we, emê bimînin roja bazarê emê bi xwe bifiroşin.
Rêveberên welatan bes ev peyv fêr bibin!
xelkê wan malê ku bi buhayê wan neyê sitandin nafiroşin diçin bazarê ew bi xwe difiroşin çima alternatifa wan heye
Seba ew nebe, ew heye
Ne bes Bazirgan distînin.
Bazirgan Bazirganîya cîhanî navdewletî çêkirine
Malê ku stendine ji boy bi buhayek zaftir bifiroşin û bikarbin bijîn lêdane çunê bajarê din...
Dema malê xwe firotine ji ewder jî îca malê din stendine.
Bi vê çun û hatinê cîhan dibe sukek cîhan dibe yek bazarek.
Ev gelek pêşketina tîne avakerî mal avahî li cîhanê çêdibe...
Ji malê xwe bibin rêyê dur di navbera bajaran de kărwansaray, malê mêvana çêdikin. Dewlet milk dide xwedîyê malê kărwansaraya malê mêvana
Di bergîdana hilberîna wan milk zevî dide kărwansaraya jî xizmet dikin ji Bazirgana re.
Rê ji boy çun û hatinê çêdikin.
Pir cisir çêdikin malê mêvana yê kărwana çêdikin...
Dewletê imperetor vê xizmetê dikin
Weka pere êdi zîv têr nekir zêr jî bu weka pera
Waqfê kerwanseray xelkê gûnda jî avadikin Mesrefê wan ji kîsê xwe didin ji boy xêr û bereketê weyne...
Xelkê torê torî trî li hêstra bardikin dikevin li van malê mêvana dimînin xwe û heywanê têr dikin...
Wê herin hetta serhedê li serhedê trî bifiroşin ce bîstînin werin...
Birêya bazirganîya weha ew jî ajalê wî jî bê mesref dijîn.
Ma qê xelkê torî tenê weha bun? na.
Her weha kesên kar bar tine bun jî hebun derwêş helbestvan dengbej filozof jî xelkê hişyar dikirin zanyarî Zanebunê belav dikirin...
Mesrefê van malê mêvana jî hemî gûndê der dor bihev re didan...
Êdî ev mal weka medya cıvakî ya Îro sebra wan bu, weka TV weka şano weka cî yê şahîyê bu...
Bazirgana ji zekata malê xwe parek didan. Ev yek nedihişt ku curreyek mal têkeve destê çend dewlemenda û xelk hemî li destê wan bînêre.
Eger di pîyasekê da dewlemendî an mal têkeve kontrola çend kesan mal xirabi destpêdike... Zilm û feqîrî û ezabê aborî li wê civakê peyda dibe.
Seba ev perê ku para zekatê diket pîyasê weka Bîr û tilimpeyê avê... ku tilimpeyê avê çend ku demek dirêj av jê nekşînî zuwa dibe hewa dike av nade. Ku çend misin satıl av berdê yê hêdî hêdî av dide peyre hetta bixwazî av jê tê...
Li pîyasê nexwe gere pere hebe ku çerxa aborîyê bizivire
Olê mezin di vê demê da derketin.
Qanun û Pergal hanin.
Olê mezin netewbun qedexe nedikir...
Hemî netewa li gorya şert û mercên xwe ola bawer dikirin. Li wê goryê iştihad mezhep fikri û reman çêdikirin. Weka rêveberîya xweser çêdibun.
Her weha kê yekî bikuşta ewê jî bihata kuştin, ji boy vê yekê ewlehî hebu...ewlehî bi sistema dîyetê dihat sazkirin
Xeratê Civaknas Zeki Altuboğa