Hz Muhammed li herêma Ereba dûzena berê qu li ser heqîyê avabubu
Kûrdîstan, Filîstîn, Pêxemberê Xirîstyanîyê Hz Îbrahîm, Hz Musa, Hz Îsa û dibêje ;"Ez dewama wan a me"
li ser temelê vê bawerîyê şaristanîya Îslamê datîne.
Dest bi avakirinê dike.
Di destpêda ku xelkê Mekkê dawetê Îslamê dike gelekî neheqî li Hz Muhammed tê kirin
Seba xelkê ereb aqilê wan aqilê eşîrtî ye.
Li gorya şertên statuya wê demê
Û ji tirsa piştgirîya eşîra wî kesî tiştek jê nekiribe jî piştî ku li dijî wî hemî yekîtîya xwe çêdikin.
Apê wî Ebu Talip û Xanima Wî Hatice rehmet dikin.
Eşîra Wî jî êdî parastina li ser wî ya eşîrtîyê hildidin.
Jê re dibêjin" heqqê eman
Heqqê parastinê, heqqê endamîya eşîrtîyê, heqqê nasnameya xelkê welatê me"
Piştî vê yekê eşîr dibin yek li dijî Wî û biryara kuştina wî distînîn
Ew jî koçberî Medînê dibe.
Piştî diçe Medînê gazî hemî qebîleyan dike û karê yekem jî ev yeke ku dike.
Bi wan re PEYMANA MEDÎNÊ çêdike.
Li gorya vê peymanê
Cihû
Li gorya şerîeta xwe wê bijîn û azadin
Parastina derve ku êriş bibe wê hemî bi hev re parastin bikin.
Mûmîn dema herin şer, Cihû ne mecburin herin dema teblix û fetha cî yan.
Xiristyan jî her weha.
Kesên put û senem dihebînin jî weha.
Dibe yekem di dîrokê de Dewletek hewçend cudatî weka dewlemendî qebul dike.
Û peyman li gel hev çêdikin.
Ev Peymana Medînê wan dike dewlet.
Mezinê qabîlê bi sistema dozgeriya hakemî dozê wan jî çareser dike.Êdî li her taxek xweserîyek heye.
Neyartîya di navbera xwe de hildidin.
Êdî ku kesek yekî bikuje ew bi xwe wê bê kuştin. Sistema qisasê qebul dikin.
Eşîr xweserin li nav xwe azadin...
Yekîtîya xwe çêdikin li dijî wan eşîrtîyê ereba ku her yekê bi serê xwe ne dibin hêzek. Seba vê yekîtîya ku çêdikin
Êdî dibin serdest ji eşîrê eraban re.
Di nava 10 sala de hemî herêma Ereba dikeve destê wan.
Qismek bi şer lê zavê wan jî bê şer bi peyman û lihevkirinê dixin destê xwe.
Hz Muhammed Weka kitêbek Qur'an ê pêşniyar dike.
Li cem rêxistinek Sîyasî, Olî, ilmî, aborî jî weka mînak avakir. Dibêje ez ji bo vê yekê weka mînak ji boy avabikim hatim.
Hz Muhammed piştî wefat dike
Hevalê wî yê herî nêzîk
Ebubekir, Ömer, Osman û Alî bi bîatê, weka hilbijartin dibin serok wezir/ Xalîfe
Di dema van çar xelîfeyan Îslam li çar alîyê cîhanê belav bu
Li ev cî yê bidestxistin sasanî û Bîzans di bin bandora Îslamê de man...misliman jî di bandora Bîzans û sasanîya da man.
Di destpêkê Bîat (bi hilbijartin rêveber tê dîyarkirin )
Peyre piştî hilbijartinê dema saltanatê destpêkir.
Ji boy vê yekê li ser mijara rêveberî û hilbijartinê hikmê İslamê tê gorandin.
Halê orjinal ji serdema Hz Muhammed hetta serdema çar xelîfeyan em qebul bikin.
Piştî serdema her çar xelîfeyan hetta piştî mirina her çar xelîfeyan.
Di serdema Hz Muhammed de naveroka şer digore.
Di şuna fikra eşîrtî an netewî fikra olî fikra ummetê destpêkir êdî ji boy ideolojî ya İslam belav bikin, tekoşîn destpêkir.
Armanca belavkirina ideolojîya İslamê aşîtîyê bibin wê herêmê an wî welatî,Azadîya olan û azadbuna fikir û reman bu.
Ayet gotîye di olê da zordarî tine, "Bêje wan, Ola we ji we re, ola me jî ji me re" .
Dîsa di ayetên din de dibêje pêxemberê xwe û wî hişyar dike. Dibêje "ti bi herî zimanê xweş û baş bi delalî wan dawetê Îslamê bike.
Ê qu îmanê dixe qelb ezim" .
Her weha di dîroka Îslamê de bi zordarî ku weynin ser ola xwe nehatîye kirin
Şaristanîya Îslamê ekolê cûdda derxist holê
"İçtîhad, îcma oydaşma consensus "
Pergalêk hiquqî pêşxist ji boy vê yekê di hiquqê de gelek pêşket
Li Roma di navbera bajêrande cuddatî hebu
Li herêmê Îslamê jî cûdatîyek yan mezheban çêdibe her mezheb dibe ekol.
Bi vê yeka mezheban kê bixwaze here ser mezhebê kê azade, wateya wê hiquq hilbijartinê de Azadî heye.