33 Gulle
Ev çiya çiyayê mengenê yê
Dema ro derdikeve li Wan ê
Ev çiya, berxê Nemrud e
Dema ro derdikeve
li rexê Nemrut
Li hêlek te așît ketîye,
Xuyaye Warê Kafkasa ye
Hêlek te raste weka șalikê ye,
milkê Ecem e.
Û kerîyê pezkovîya,
Refek kew
Li serê çîya gușîyê șembelîlka
Kevokê firar Kevokê qaçax li ser kanîya ne
Yek bi yek ti car bi we nikaribun
Xulamokên Buğra
Eva hezar sale
Mêrxas hebe winin em bi Xwedayî bejin
Ev ne remila stêrka ye
Ev ref ne refê qulinga ye
Ka were ezê bêjim
lê tê ji kura xwe sahkî
Ev dil sî û sê gule xwarîye
Avzêma Sî û sê kanîyê xwînê ye
Avzêma Sî û sê kanîyê xwînê
na herike
Buye gol li wî çiyayî
Avzêma Sî û sê kanîyê xwînê ye
êdî naherike,
buye gol
Ji newalê kêvrușek rabu
Kêvrușkek Belek
Qutifîye di tirse dilerize
Merivan dide tobê
Rebbenê, ducanî ye
Kêvrușka çîya
Bi rastî roj weka nava rojê bu
Nêrî ji sî û sê kesan yekî
Zikê wî bi pișta wî ve zeliqîye
Veșartî bu dem bi tiq û tenê bu dem
Merxasek dilê wî buye weka agirê dojehê
çav sor buye li serî
Por û ru Dirêj buye bihostekê
Li Kêvrușkek reben û li pey xwe nêrî
Li ser berestuka wî kêç û spî
Nêrî mil birîndare
Lı bin lihêfê xeyîdî bu
Nazdara bejin zirav hat bira wî
Nazîyê xwe dikir di xeyîdî
Heșîna weka esîmana
Tera bu Canîka ji deșta Herranê
Helbest: Ahmet Arif
Werger sosyolog marangoz
Zeki Altuboğa