MODELA PERGALA SÊRAYÊ YA MALBATÎ
Makaleya YEKEM
Bandora Sîstemê li Ser Malbatê, Civakê, Hilberînê û Aboriya Herêmî
1. DESTPÊK: ÇIMA PERGALA NÛ YA SÊRAYAN PÊWÎST E?
Di gelek civakên îroyîn de, yek ji pirsgirêkên sereke bêkarî, kêmbûna dahata malbatan, giranbûna lêçûnên jiyanê û girêdayîbûna bazarên derveyî ye.
Gelek malbat ji bo dabînkirina xwarina xwe bi bazarê ve girêdayî ne. Di heman demê de gelek erd, hêz û zanîna mirovan bêkar dimînin.
Ev rewş nîşan dide ku pirsgirêk tenê kêmbûna hilberê nîne. Pirsgirêka bingehîn nebûna rêxistineke ku ax, av, ked, sermaye, zanîn û bazarê bi hev ve girêbide ye.
Projeya Pergala Sêrayên Malbatî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hatiye amadekirin.
Ev model tenê avakirina serayan nîne. Ew pergaleke aborî û civakî ye ku malbatê ji xerîdariya tenê derdixe û dike hilberînerekî çalak.
Prensîba bingehîn ev e:
Her malbat xwedî yek sera, her sera xwedî hilberîneke taybet û her hilberîner beşek ji toreke hevpar a aborî ye.
2. FILOZOFEYA CIVAKÎ YA PROJEYÊ
Di vê modelê de malbat ne wekî karkerê rojane yê ku tenê mûçe distîne, lê wekî yekîneya bingehîn a hilberînê tê dîtin.
Malbat serayê bi rê ve dibe, hilberê çêdike, çandiniyê fêr dibe û ji bo pêşxistina karê xwe berpirsiyar dibe.
Pergal li ser çar bingehan ava dibe:
- Ax û çavkaniyên xwezayî.
- Ked û zanîna malbatê.
- Sermaye û amûrên hilberînê.
- Rêxistin, depokirin û bazirganî.
Dema ev çar hêz bi hev re bên rêxistinkirin, dikarin bingeha aboriyeke herêmî ya domdar ava bikin.
Armanc ew e ku malbat ji bo debara xwe tenê li karê derveyî, mûçeyên demkurt an alîkariyên aborî ve girêdayî nemîne.
3. PRENSÎBA HER SERA JI BO HER MALBATÊ
Di vê modelê de her sera wekî kargeheke biçûk a malbatî tê avakirin.
Her malbat:
- Xwedî cihê xebatê ye.
- Xwedî amûrên pêwîst ên hilberînê ye.
- Di hilbijartina rêbazên çandiniyê de perwerde dibîne.
- Di çandina hilberê xwe de pispor dibe.
- Ji bo hilberîna xwe dahateke birêkûpêk werdigire.
- Ji zêdehiya hilberê para xwe distîne.
Sera divê bi awayekî were sêwirandin ku malbat bikaribe bi yek kesî 12 saetan an bi du kesan, her yek şeş saetan, karê rojane birêve bibe.
Ev demên xebatê tenê ji bo plansaziyê ne. Divê demjimêrên xebatê li gorî demsal, cureya nebatê, pêdiviya çandiniyê û mafên bêhnvedanê bên rêxistinkirin.
4. YEK SERA, YEK CUREYÊ HILBERÊ
Di destpêkê de tê pêşniyarkirin ku di her serayê de yek cureyê sereke yê sebzeyan bê çandin.
Mînak:
- Sera yekem: bacan.
- Sera duyem: xiyar.
- Sera sêyem: îsot.
- Sera çarem: qelem.
- Sera pêncem: spenax.
Ev rêbaz çend avantajên girîng peyda dike.
Yekem, malbat di cureyekî taybet de tecrûbe û pisporî bi dest dixe.
Duyem, amadekirina avdanê, xwarina nebatê, kontrolkirina nexweşiyan û komkirina hilberê hêsantir dibe.
Sêyem, her malbat dikare li gorî cureya hilberê amûrên guncaw bikire û bikar bîne.
Lê ev nayê wê wateyê ku her sera divê di hemû demsalan de tenê yek cureyê nebatê bide. Divê çerxa çandiniyê, guherandina nebatê û parastina tenduristiya axê jî bên hesibandin.
5. PERGALA DAHATÊ Û PARASTINA MALBATÊ
Di pergala klasîk a çandiniyê de dahata hilberîner bi qasîya hilberê û bihayê bazarê ve girêdayî ye.
Ger berhem zêde bibe, bihayê wê dikare dakeve. Ger berhem kêm bibe, malbat dikare bê dahat bimîne.
Di modela me de armanc ew e ku ev rîsk bi rêxistina hevpar were kêmkirin.
Malbat ji bo keda xwe dê dahateke bingehîn a birêkûpêk bistîne. Ji bilî wê, ger hilber ji asteke plansazkirî zêde bibe û bazirganî qezencê bide, malbat dê ji zêdehiya hilberê jî para xwe bistîne.
Ji bo vê yekê divê peymaneke zelal di navbera malbat, rêxistina hilberînê û navenda firotanê de hebe.
Peyman divê van mijaran dihewîne:
1. Mîqdara hilberîna tê payîn.
2. Kalîteya hilberê.
3. Bihayê bingehîn ê kirîna hilberê.
4. Mûçeya keda malbatê.
5. Rêbaza hesabkirina para zêdehiya hilberê.
6. Berpirsiyariya lêçûnên av, elektrîk, gübre û parastina nebatê.
7. Rêbaza çareserkirina nakokiyan.
Bihayê kirîna hilberê divê bi lêçûnên rastîn, bihayên bazarê û şertên peymanê ve were girêdan. Wekî din, dahata sabît a malbatê dikare bibe barekî zêde li ser rêxistinê.
6. RÊXISTINA HILBERÎNÊ Û BAZARA NÊZÎK
Sereke ji bo vê modelê ew e ku hilberîn li nêzî cihên xerîdaran bê kirin.
Sebzeyên teze ji bo veguhestina dirêj dem û lêçûneke zêde dixwazin. Her çiqas di demeke kurt de bên gihandin, ew qas tezetî û nirxa xwe diparêzin.
Ji ber vê yekê divê serayên hilberînê li gorî nifûs, hewcedariya rojane û kapasîteya bazara her herêmê bên plansazkirin.
Hilberîn divê ne li gorî daxwaza çandiniyê ya tenê, lê li gorî hewcedariya rastîn a xerîdaran jî bê biryardan.
7. NAVENDA HEVPAR A DEPOKIRIN Û BELAVKIRINÊ
Di navenda bazirganî ya hevpar de dê beşên jêrîn hebin:
- Depoya sar.
- Cihê şûştin û paqijkirina sebzeyan.
- Beşa pîvandinê û pakêtan.
- Navenda fermanan.
- Beşa firotina komî.
- Beşa firotina yekane.
- Navenda veguhestinê.
- Beşa hilberên pêvajoyî.
Baqal û sebzefiroş dê fermanên xwe ji bo roja din bidin.
Hilberên pêwîst dê li gorî fermanan bên amadekirin û bi wesayîtên veguhestinê bên şandin.
Hilberên ku di wê rojê de nefirotin dê li gorî kalîte û şertên parastinê bên vegerandin. Piştre dikarin di depoya sar de bên parastin an jî bi awayekî din bên pêvajokirin.
8. PÊŞÎGIRTINA LI ISRAFA HILBERÊ
Di vê modelê de tu hilber divê bê sedem neyê avêtin.
Rêza nirxandina hilberên zêde wiha ye:
1. Firotina teze.
2. Parastina demkurt di depoya sar de.
3. Çêkirina salçeyê.
4. Hișkkirina sebzeyan.
5. Çêkirina hilberên xwarinê yên din.
6. Bikaranîna bermahiyên guncan ji bo xwarina heywanan.
7. Veguhastina bermahiyên organîk bo kompost û zibilê organîk.
Armanc ew e ku ji her kîloyê hilberê herî zêde nirx bê bidestxistin.
9. NÎŞANDEYÊN EKONOMÎK Û HESABÊ PROJEYÊ
Ji bo ku model bi awayekî zanistî were nirxandin, divê hesab ji serayeke 1.000 metrekare dest pê bike.
Hesabên bingehîn:
- Qada yek sera: 1.000 m².
- Hejmara malbatan: bi qasî hejmara serayan.
- Qada 10 serayan: 10.000 m².
- Qada 100 serayan: 100.000 m².
- Qada 100 serayan: 10 hektar.
Mînakeke hesabkirinê:
Ger hilberîna salane ya yek serayê 35 ton be, 100 sera dê 3.500 ton hilberê bide.
Lê ev hejmar tenê armanceke plansazkirinê ye. Hilberîna rastîn li gorî cureya nebatê, avhewa, kalîteya axê, rêvebirina sera, nexweşiyan û tecrûbeya malbatê diguhere.
Dahata brut a hilberê bi vê formuleyê tê hesabkirin:
Mîqdara hilberê × bihayê firotanê = dahata giştî.
Ji vê dahatê divê hemû lêçûn bên derxistin:
- Av û elektrîk.
- Tohim û nebat.
- Gübre û madeyên parastinê.
- Mûçeya malbatê.
- Lêçûna depokirinê.
- Veguhestin.
- Pakêt û pêvajokirin.
- Tamîr û nûkirin.
- Rêvebirin û karûbarên hevpar.
Piştî van hesabên tevahî dikare qezenca paqij bê diyarkirin.
10. MODELÊN VEŞARTÎ YÊN DESTPÊKÊ
Pêşniyara me ew e ku pêşî bi du malbatan û du serayan dest pê bike.
Piştre:
- Qonaxa yekem: 2 sera.
- Qonaxa duyem: 10 sera.
- Qonaxa sêyem: 25 sera.
- Qonaxa çarem: 50 sera.
- Qonaxa pêncem: 100 sera.
Di her qonaxê de encamên hilberînê, dahat, lêçûn, bikaranîna avê û kêfxweşiya malbatan dê bên nirxandin.
Nabe ku projeyek bê ceribandin rasterast bi hezaran malbatan were sepandin.
11. BANDORA CIVAKÎ Û ABORIYÎ
Ev model dikare bandoreke erênî li ser çend mijarên bingehîn bike:
Kêmkirina bêkariyê: Malbat bi keda xwe di hilberînê de cih digirin.
Parastina dahata malbatê: Dahateke birêkûpêk dikare aramiya aborî zêde bike.
Ewlehiya xwarinê: Sebzeyên teze li nêzî xerîdaran tên hilberandin.
Kêmkirina koçberiyê: Dema li herêmê derfetên kar û jiyanê çêbibin, hewcedariya koçberiya aborî dikare kêm bibe.
Pêşxistina zanînê: Malbat di teknîka çandiniyê, bazirganî û rêvebirinê de tecrûbe bi dest dixin.
Xurtkirina aboriya herêmî: Pere û nirxa hilberê di nav aboriya herêmê de zêdetir dimîne.
12. ENCAM
Pergala Sêrayên Malbatî modela ku ax, av, ked, sermaye û bazarê di bin rêxistineke hevpar de dicivîne.
Ev model armanc dike ku malbat ji xerîdariyê derkeve û bibe hilberîner, dahatê bi dest bixe û di aboriya herêmî de xwedî roleke çalak bibe.
Prensîba me: Her malbat hilberîner, her sera kargehek û her bajar xwedî toreke dabînkirina xwarinê.
XERATÊ CIVAKNAS Zeki Altuboğa