Analîza Sosyolojîk a Sûreya Fîl
Pêşgotin: Dîrok wekî Laboratuwara Qanûnan
Dîrok di xwendina Qur’anî de ne arşîva bûyeran e; ew laboratuwarek e ku qanûnên domdar ên civakî tê de têne ceribandin. Sûreya Fîl modela kurt a vê laboratuwarê ye. Di nav pênc ayetan de, mekanîzma çêbûna hêzê, xeyalkirina wê û çökûna wê tê xuyang kirin.
Ev sûre ne tenê çîroka artêşa Ebrehe ye; ew anatomiya her pergaleke ku xwe bi “mazinahiya fizîkî” didide nasîn e.
---
I. FÎL: Îlûzyona Mazinahiya Fizîkî
Sûre bi pirsa şokker dest pê dike:
> “Ma te nedît ku Perwerdekarê te bi xwediyên fîl çi kir?”
“Dîtin” li vir ne basara çav e, belkî basîreta aqil û dil e. Ev wate bi ayeta di Sûreya Hec (46) de re tê piştgirî kirin: korbûna rastîn ya dil e, ne ya çavan.
1. Fîl wekî Model
Fîl heywanek e ku:
ji aliyê bedenê ve mazin e,
lê ji aliyê dîtinê ve lawaz e.
Ev dualîte dibe modela civakî:
Pergalên ku mazin in,
lê basîret û exlaqê wan kêm e.
Di civaknasiya siyasî de ev tê gotin: “over-centralized power illusion” — hêza ku xwe di nav xwe de mezin dibîne, lê şertên çökûnê jî di hundurê xwe de hilgirtî ye.
2. Ontolojîya Îlûzyonê
Îlûzyon ne tenê şaşfemî ye; ew xebateke nîzamî ye ku hêz xwe ji rastiyê qut dike. Heke hêz ji:
edaletê
meşrûiyetê
hevsengiyê civakî
qut bibe, ew di nav xwe de şertên hilweşîna xwe çêdike.
Ev dibe Qanûna Fîl:
> Her hêza ku basîreta exlaqî winda bike, mazinahiya fizîkî nikare wê biparêze.
---
II. KEYD: Mîmarîya Stratejîk a Îstismarê
Ayeta duyem dibêje:
> “Ma wî keyda wan di nav tadlîlê de nehişt?”
Keyd ne hîleya sade ye; ew mîmarîya planek stratejîk e. Di sûreyê de keydê Ebrehe:
Hilweşandina Ka‘beyê,
Veguhartina navenda bazirganiyê,
Kontrola ekonômîk û sembolîk.
Ev dibe modela:
ambargoyên modern,
operasyonên algıyê,
şerên ekonomîk.
Lê sûre dibêje ku ev keyd “di tadlîlê de” ma. Yanî pergalê xwe şaş kir. Nakokiya hundurîn, planê ji navê wî xwe ve hilweşand.
Ev girêdan dikare bi prensîba Qur’anî ya ku di Sûreya Tariq (15-16) de tê gotin re were xwendin: planek li hember planek.
Lê cudahî girîng heye: Keydê Xwedê ne hîle ye; ew vegerandina hevsengiyê ye.
---
III. EBABÎL: Prensîba Destwerdana Ne-navendî
Sûre dibêje ku hêmanên Ebabîl hatin.
Ebabîl, bi wateya “kom bi kom, belav belav” tê zanîn.
1. Modela Sosyolojîk
Ebabîl dibe:
navendên piçûk,
hêzên belavbûyî,
aktorên ku pergal hesabê wan nekiriye.
Di civaknasiya modern de, ev modela “networked resistance” e.
Hêza mezin (fîl) vertîkal e. Ebabîl horizontal e.
Ev sûre modela şerê vertîkal li hember horizontal dida.
2. Wateya Teknolojîk (wek mînak)
Di îro de, ebabîl dikare bibe:
teknolojiyên piçûk ên şer,
şiyarbûna dîjîtal,
aktorên ne-statûko.
Lê ev mînak in, ne wateya bingehîn. Wateya bingehîn ev e:
> Di cîhanê de her dem hêzên ku statûko hesabê wan nekiriye hene.
Ev girêdan bi ayeta Sûreya Fetîh (4) re xurt dibe: leşkerên asîman û erdê tenê yên Xwedê ne.
---
IV. SICCÎL: Qanûna Tescîlkirî
Siccîl wekî “kevirên qeydkirî” hatine şirovekirin.
Lê di modela sosyolojîk de, siccîl dibe:
encama tescîlkirî,
giraniya sûcê ku vegerî ser xwediyê wî.
Ev ne cezayek spontane ye; ew mekanîzma vegerandinê ye.
Di teoriyên civaknasiya hiqûqî de ev tê gotin: “self-collapsing injustice mechanism.”
Pergalê ku li ser neheqiyê ava dibe, siccîlê xwe di hundurê xwe de hilgirtî ye.
---
V. ESF-İ ME’KÛL: Çökûna Strukturî
Fînala sûreyê herî dramatîk e:
Artêşa ku bi heybet bû, bû wekî kayê çirandî.
Ev teswîr nîşan dide:
qalik hene,
lê nav vala ye.
Ev modela çökûna imperatoriyan e: Zor li derve xuya dike, lê struktur li hundurê şikestî ye.
Çökûn ne demekê e; pêvajoyek e. Hilweşîn ne tenê têkçûn e; belavbûn e.
---
VI. Teoriya Qanûna Fîl
Ji hemû analîzan re em dikarin prensîbek civakî derxînin:
1. Hêz di nav xwe de şertên çökûna xwe çêdike.
2. Keydê bê-edalet di nav xwe de tadlîlê hilgirtî ye.
3. Ebabîl her dem ji derveyî hesaban tê.
4. Siccîl encama tescîlkirî ye, ne xetayek bê-hesab.
5. Fîl di dawiyê de dibe kayê çirandî.
Ev dibe Qanûna Ontolojîk a Hilweşîna Hêzê.
---
Encama Îro
Sûreya Fîl ji me re dibêje:
Hêza bê-edalet ne domdar e.
Mazinahiya fizîkî, bê-basîret nikare xwe biparêze.
Pergalên belavbûyî û edaletparêz, her çend piçûk bin jî, di dawiyê de bi ser dikevin.
Eger civakek Ka‘beya xwe (nirxên xwe yên bingehîn) biparêze, ew di nav cîhana qanûnên Xwedê de tenê nayê hiştin.
Di cîhana rastîn de her dem “ebabîlên ji fîl maztir” hene.
Xweda bi Rehim û kerema xwe şad bike Melle Silêman Karagülle
Prof Doktor Seyîd Kutub.
Mala Doktor Lutfî Hocaoğlu ava be
Ji nêrîna wan îstifade kır. 🙏🙏🙏
Xeratê Civaknas Zeki Altuboğa