Di serdema şivantîyê da nufus zêde bubu
Pez zêde bubu di mêrga de gîya hindik bun.
Wekîdin di demek da baran nehat û gîya û mêrg hişk bun.
Tengasî nebaşîyên hatine serê insan
İnsan jî li rê û çareserî gerîyane ji boy xwe ji tengasîyê xelas bikin.
Seba baran nehat mêrg bun weka çola insan li keşifan gerîyan cî yê baştir gerîyan
Adetê civakê wehaye;hetta nekeve tengasîyê ti nikarî tiştek nû pê bidî qebul kirin...
Li vê gera ji boy ajalên xwe li çêre û mêrgê nu dîtinê da, fêr bune
ku cî yê zibil lêye ew der zaftir gîya şîn dibe.
Cî yê nêzîkê ava dîtine baştir çandinîyê karin bikin... Ji van yeka fêrî hîn tişta bune
Êdî ji merivan re çare nameye dest bi çandinîyê kirine.
Meriv êdî ku ti rê jê re nemîne xwe hê digorîne!
Êdî em bahsa çandinîyê bikin seba çandinî çerxek wê heye...
Di serdema çandinîyê de xelkê tiştê kû Pêdivîyên wan bi xwe heye diçandin.
Bi zafî zad çandin û Tiştê hetta zivistanê bikar be bixo çandin.
Seba havînê hemî tişt dîtin hêsanbu... Lê zivistan bila kambax bibe.
Mal xezuranê min Sasunî ne. ew herî zaf ji meha sibatê aciz dibin tê gotin ku çune ba Şêx ji boy sibatê ji nav wan hilde bi vê yekê yekser derbasê adarê bibin
Li demsala biharê çandinîyê dikin ew bi zafî mehê havînê bi kăr dîhanîn
Wan Zad dixwar, qesela Zad jî didan heywanê xwe.
Qatixê ji ajalan çêkirin wan dixwar.
Zibilê ajalan jî li zevîyê xwe belav dikirin.
Ajalên pîr bune an yê nexweş an jî yê linga wan şikestî
Dikirin qelî û ji çêrmê heywan jî istifade dikirin.
Di dema şivantîyê da kerîyê pez bi hev re di çêrandin
Piştî vê demê malan li nêzîkê zevîyê xwe çêkirin
Êdî Zevîyê wan û ajalên wan hebu
Ev Dem êdî azad bun Azadî vê demê hat..
Zarê wan zevîya, sataran, mêrga, bênderan, milk li hev parvekirin...
Îca milk têr nekir.
Di navbera eşîra de şer û neyartî destpêkir
Qanunê dema şivantîyê êdi têr nedikir jê re çareserîyek gerîyan.
Êdî rêveberî bes nebikarê aborîyê meşqul bun.
Cî yê parastina navendî çêbu.
Her weka li evder sûk çêbun xelkê seba ewlehîya xwe xwe li vanderên navendî girt.
Cî yê hilberîna amurên bi destan çêdikin çêbu
Kazancî Bedihê Riha yê li şun warek weha mezin bu...
Ji boy vê yekê bajar û gûnd çêbun...
Êdi dema mevzuatê destpêkir
Berê kesên serok û rêber bigotina çi biya wan dihat kirin.
Kesên li Gûnda bi cî bun Jiyanek di aramî de Jiyan,
Xelkê Koçer îca rehetîyê nedan wan
Malê wan talan kirin.
Gûnd û bajêr bi hev re peyman çêkirin. Bihev peymanî ewlehî avakirin. Ewlekarên taybet çêkirin.
Seba vê yekê pergalek nû derket holê
Sistemek nû çêbu...
Gûndê amurê çandinîyê çêkirin gûnd mezin bu û bu bajêr.
Mevzuata peymanî çêbu.
Her weha pêxemberan rê û rêbaz danî hikmê xwe danîn.
Kesên biya pêxemberan kır pêşketin û kesên bi ya pêxemberan nekir hatin qewirandin.
Di dem zamana gûndê cîran jî xistin bin bandor û kontrola xwe û rêveberîyên navendî çêbun...
Millet êdî şuna bixebera mezina bike, peyman çêkirin li gorya peymanê tev gerîyan li goryê Jin.
Taybetmendîya vê demê qanun di navbera kesê hev dinasin hat sazkirin.. Ev qanun di demên din da hê zaftir pêşket