Wayy Qurban
Li pişt çiya newal nazîya dikin
Şiverêya li ser zinarek
Rê diçe bi çiva, bi çivîneka diçe
Nexweşek heye bê hêvî
Ferq nake dibe ew Eyşan be, dibe Elif be
Bê nezerî be! weka genima bin axe...
Kare pênc, kare de, kare pazde bide...
Li bin pêsîra wê nexweşîyek
Weka kêr lêbidî
Weka can bidî halê sekeratêye
Ev nexweşîna feqîrîyê
Kambaxa nexweşîya feqîrîyê,
nabêje ezê kengê werim.
Weka dagirkeraye
Ha ku te dî êvarê li ser şîv ê
Ha ku te dî bi banga sibê
Ha ku te dî nîvê şevê
Û nexweşek te heye,
ê çunê ye...
Dibêje xwezîîî
“hima min qasek,
bi kariba çavê xwe bi girta raketima
Û min qûrtek ava cemidî ava buzê vexwara
Çav sor buye
Bi saxî weka têxin gorê
Wisa di perpite, nafilite
Newalê li piştî çiya
Sawek wan, tirsek wan, xofek wan heye.
Hun qe nafikirin
Ro diçe, şev tê.
Şev diçe, ro tê.
Ewr weka çaya qaçak
Dema wê tê girtin...
Ewladê Salih makine,
çewa dibe weka cenewara?
Ew e rizqê gûr rizqê morî dide.
Heman ax çewa hewçend curre dide
Ru nade gayê dikule
Destikê cot ku nexe stuyê xwe
Kurêbava sepetçîoğlu karkerê komirêye
Di destê Nazîfê rihayê de,
ne mawîzere bêre bêr.
Mal, bac, mezate
Can li bazar bazar digere
Çivîka sor, spî û reş,
Û gelek teyr û trud
Ew e ku çêkirîye
Doza me!
ma qê doza zikê têre
Neçar maye bifikar digere
Li newalê pişta çiya
Nizanim ez çewa bivêjim
Bê dar bê çivîka bê sî
Tol tazî rut û tazî
wayy qurban
Kê xwe nake qurban,
jî bo vî welatê bihuşt!
Merxasî agirbe agirê dojehê be jî
xwe fedakirine...
Ji bo bibe bihuşt
Ji boy gelê meyî xizan
ji boy gelê meyî binamus
Eve ev doza heqîyê
Doza eşqê
felsefeye ji te heskirinê eve
Bê qusur ji te heskirin eve
Ev gere şertek ji imanê be
Bînferehîya bê dawî hebe
Sêdar û sed dar jî hebe
Sing ji gûleyan re bike mertal
Emê herin bi ser de!
Pêwist be,
emê runên li rexda...
Çiyayê rêzê bin jî
Em ê wan terakin bi ser hev da!
Ew lehî û tofan bin
Emê bibin bendav,
bi zivirînin biserda
Emê bistînîn mafê sêwîya
Heqîya kitêbî eve
Dinya di zivire kesên di tarîtîyadane
wê derkevin ronahîya
Yeqin bawer dikin bi hêvîya
Li pişt çiya newalin newal
Helbest :Ahmet Arif
Werger :Sosyolog Marangoz Zeki Altuboğa