Enedol
Nuh di derguşa me de mezun buye
Me hêlekan û hemaqa daye wî
Dayîka te yî hewwa hê zaroka do pêr e
Ez Enedolim tu min dinasî
Ez şerm dikim,
Şerm dikim ji feqîrîyê,
Di nava çavê neyarê xwe...
Di reçifin şêtlê me
Pirêza me yî hişk buyî
Xebata bi biratî bî yekîtî
Çalê ku bi gulê atom ê vebune
Li cîxana zanyar û helbestvana
Mame bi serê xwe
Bi serê xwe bi tiq û tenê
Durrr Mame
Îca te fêm kır.
Bi hezar sala me bi dotin dotine
Di nava dest û pîyê suwarê wan de,
perçe weselebume
Xewnê me yî narîn ê şêrîn
Hikimdaran, êrişkeran, şêlander a,
Bacvan, xeracwan, şêlander.
Şandine bi ser me da!
Me wan hesap nekir!
Ji Ba heftê bavê xwe bê minnetin!
İskenderê Yewnanî
Şahê îranî
Siltanê osmanî
Hatin, kotrom bun, çun.
Siwa wan jî nema.
Ev selava ha li dostê min e
Min xwe li vir qirase,
Min xwe li vir asê kirîye
Tu dibînî.
Xwezî te bizanibuya
Ez çiqas hesdikim ji Koroğlî
Ji Karayilan
Ji Leşkerê bê nav,
ji şehîdê bê nav
Her weha Ji Pîr Siltan
Û ji Bedreddin
Wekî din pênus nikare bi nivîsîne qu çend can feda hene...
Pênus nikare binivîsîne
Vê eşq û evînê
Ku te bizanibuya ewan a çewa ji min hes dikir
Ku te bizanibuya...
Li Rihayê kesên gulle berdidan
Di minareya mizgeftê da
Li pişt çeper û kozika
Li ser darên bizwa
Çewa ji mirinê re di kenîyan
Dixwazim yeqin bizan bî
Dengê min tê te.
Dest ji ber xwe bernede
Rabe!
Wisa stuxwar, gune nebe!
Ti li kur dibî Li kurê bî!
Girtîgehê an Azad bî
Xwendekar an Mamoste bî
Êrişke!! Lêde herê herê!
Tifke ser çavê cellada!
Tifke ser çavê fesada!
Tifke ser çavê xayîna!
Li ber xwe bide bi kitêbê
Li ber xwe bide bi xebatê
Li ber xwe bide xwin û xwîdanê
Li ber xwe bide bi hêvî û evîn ê
Li ber xwe bidin em rezil nebin!
Tê bibînî em weka hê çêbubin
Bi destê van ciwana
Keçên me,
Xortên me, wê werin.
Her yekê hêjane Cîxanek
Hesreta me ya mizgînîya xêrêne
Çavê wan
Çavê wan maçî dikim.
Hêvî ya me hunin.
Hun fêm bikin?!
Helbest: Ahmet Arif
Werger :Sosyolog Marangoz Zeki Altuboğa