Werin Em Herin apartmanê Sed mal ava bikin
Zarê israilîyan tên Misrê. Li vir zafdibin gelek zarok çêdikin. Peyra aborîya Misrê dixin destê xwe. Xelkê Misrê ji vê yekê gelek aciz dibin. Û li dijî xelkê israil hemberî berberî hesudanî û Dikin û cephe li dijî wan vedikin.
Fîrewn ji zane ku bi saya serê wan aborîya Misirê dijî, bi xêrika wan aborîya Misirê li ser pîyaye. Ji Seba vê yekê Fîrewn naxwaze zarê israil ji Misirê herin.wan li Misirê dihêle.
Îro jî li hemî welatê ewrupa halê Kurda û yê bîyanîyan weha ye.
Xelkên wî welatî bîyanîyên xebatkar naxwazin.
Lê Rêveberên wan welata zanin ku xebat li ser milê kesên bîyanîye. Ji boy vê yekê naxwazin kesên bîyanî herin.
Em weha bi fikirin
Li ewrupa yekî weka Hz Musa derkeve bêje ezê çend Kurd li ewrupa dijî bibim "Kurdistan a Azad "
5 milyon Kûrd hilde bibe Kurdistan a Azad.
Li wir kooperatif günda avabikin. Wan zevîyê bê dawî de hilberin bikin.
Ü sistema 3 Hezar salîyê amadebikin.ȘȘaristanîya 3 Hezar salîyê yê bidin destpêkirin.
Ji boy çı Kûrdê ewrupa?
Seba ew fêrî Șaristanîya ewrupa û teknolojîya ewrupa bune.
Bașe çima wê ji ewrupa derên û werin Kûrdîstan ê?
Seba ku nikarin cudatî nujenîyek li wir bikin û nîșanê dinyayê bidin.
Ji boy Șaristanîya 3 hezar salîyê çêbibe pêwıste Kur'an fêr bibin û teknoloji fêr bibin Van herdu yan têxin pratikê.
Çewa zarê israil çun bi çola ketin, li çola bi cî bun
Her weha Bawermendê Doza Pîroz jî pêwıste herin gündê Kurdistan a Azad bi cî bibin.
SED MAL:
Tên çêkirin li günd.
Apartmanê 12 qat çêkin. Li her qatek vê apartmanê 12 mal hene
2 mal ji boy kesê vê qatê Șevbêrk
Mêvan û Perwerdê yê.
10 mal jî ji kesên nêzikê hev nasê hev û kesên berê hev naz dikin ji malbatê ji hev hes dikin.
Her qatek ji boy wê qatê taybet asansör heye, bes kesên wê qatê karin herin wê qatê.
Qata herî serî jî ji boy cıvata hemî sed malê ye.
Qata zeminê dikkan hene, binê dûkkana depo ambar hene,
Binê ambara otopark
Qata herî binî sixinake. Ji boy rojê xerab amadekarî heye.
Dervayê sed malê Panelê tavê hene elekrika xwe çêdike.li ser sed malê an nêzikê wê bafirokê bahê ew jî elekrik çêdike.
Bi mêwê trî Hatîye xemilandin.
Li ser malê çekê herî pêșketî hene.
Her malek 10 hezar metre erd didin wan (10 dolum.)
Êdî ev danek diçin nava zevîyê hilberîna çandiniyê dikin{ji serê sibê hetta nîvro} . Danê din jî
Piştî navbera nîvro 3/4 seet
Di binê sed malê de îca hilberîna Azad dikin nivîskar, xêrat, teknolojî, li ser çi qabîlîyeta wan hebe hilberîna wê dikin. Ezê bi êzinga amurên darîn çêkim :))
Cîyê sporên heye
hewza jin û mêra û ya zaroka heye
Îro derfet hene
Rê hene
Elekrik heye
Lê MERÎV TİNİN.
Ji van SED MALA dema li hemî
Erdê beyar , li welat çêbibin
Her avahîyek bi serê xwe kare bijî peyre dema Piștgrîya van sed mala çêbibe welat êdî bê minnet kare bijî .
Hükümet wê cî bide,
bin ax çêbike.
Kesên li ewrupa dijîn malê xwe seyarê xwe bifiroșin çi di destê wan de hebe. Bibin șirik her sed kes wê sed mal çêkin.
Malîyeta 200 metre kare beton çi bigire.
100 metre kare ji boy malê, 50 metre kare embar, 50 metre kare dikkan
Wê bidin.
Bese hewqas axeftin
Bese hewqas êș
Bese hewqas xembarî
Rabin kurdê Kurdê Almanya di destpêkêda
Sed kes bibin yek xwe amade bikin ji xwe re sê kesên win bi wan ewlene hilbijêrin
Amadekarî bila bikin. Peyre werin em herin Kûrdîstanê.
Sed kesên Fransa
Sed kesên İtalya
Sed kesên li metrepolê Tirkan
Sed kesên Belciqa
Ü peyre hemî kurdê ewrupa werin em herin Kurdistan ê.
Bawerkin Xwedê derfetên Giring daye me
Lê pêwiste di hemî hêlên Jiyan de yekîtîya xwe em çêkin.
Yekîtîya aborîyê û hilberîn ê
Yekîtîya geștîyarî yê
Yekîtîya avahîsaza
Yekîtîya çandiniyê
Yekîtîya senayii
Yekîtîya ewlehî yê
Yekîtîya Hünerî çandî yê
...
"Eger em Nebin yek emê herin yek bi yek "
Sosyolog Marangoz Zeki Altuboğa