Dara Me
Sîsik danî
Șitil deranî
Ji dora șitlê,
Giya hilanî
Dara Me
Bavo bi kalanî
Avda darê
Sênc kır
Dara Me
Cînar bi hesudanî
Ji kerba kulma xwe,
Gez dike bi guranî
Dara Me
Șîret li zarokê me dike
Bi cînartî bi biratî
Bi delaltî
Dara Me
Kulilk vekir
Fêkî daaaa
Dîmenek bi balkêșî
Dara Me
Dibêje " ji boy dara we zaftir fêkî bigire bidin darê vî dermanî"
Ti halê vî șeytanî
Dara Me
Ji hêla çepê
weka av didin
Elementa cîvayî
Dara Me
Demsal dibe payîz zivistanî
pelê kal bune cî didin
Wê werin bi ciwanî
Dara Me
Çend reyê darê
di qermiçîn
çend jî di qurmiçin
Dara Me
Xwar dibe ji çep kêlekê
Darê Stuxwar Dibînin malbat,
jêra digerin rêyekê.
Dara me
Zincîr davêjin bejna darê
Ji hêlekê
Rast nabe
Dara Me
Werîs, kendil, ta û ben
jî girêdidin û kaș dikin
Qîr dikin bi sewtekê
Dara Me
Hemî malbat bi hev re
Bi jin mêranî
Zarok û zêçan darê serî hilanî
Dara Me
Rast dikin
Nahêlin hêlabe xwarê
Girêdidin werîs û bi zincîra
Bi riknê malê
Dara Me
Rast dibe
Fêkî dide
Dar dibe daristan
Dara Me
Cînarê bê bext
Cinarê li serî
tac text nasekine
Dara Me
Xwedî dike kurm Kedî dike kurm
Dest dike kulm
Berî darê me dide
Dara Me
Kurmek jî dikeve pozê wî
Diçe ser mejîyê wî
Cînar hartir dibe
Dara Me
Îca xwe amade dike
Ji boy agir berde
Daristanê me
Dara Me
An wê poșman bibe, tobe bike
Bexșandin bi xwaze
ji me û Xweda yê me
Dara Me
An jî wê bi fetise
Li ser serî bi reqise
Bi dumana daristanê me
Dara Me
Lê kurmê şîrî hetta pîrî ye
Çiroka jiyanê
Hemî kesan bi xwe nîvîsîye
Dara Me
Gejtir bun daristanê me
Mezin bun bax û Bostanê me
tarî çu rohnî bu welatê me
Dara Me
Sosyolog Marangoz
0090 507 4484601