Dûzena Mevzuatê Filîstîn
Bi serokatîya Hz Musa ji Misrê goçberê Filîstînê bun Xelkê Cihû (Yahudî)
Piştî vê serdemê êdî serokatîyê qanun çêkirin qanun danîn go ne karê me ye.
Go" karê me rêveberî ye".
Dewlet êdî ne ya "keseke" ya hemî gele.
Hz Musa weka ku bes ji Cihû yan re hatibe xuyan dike lê belê qanunê ku hanîye danîye û Tevrat li gorya qanunî bijîn fêrî merivan kirîye.
Rêveberan jî fêrî jiyana li gorya qanunî dike. Êdî wê rêveber jî li gorya kêfa xwe nikar be kiryar û biryar bide.
Hz Musa qanunê civakê danî ev qanunê rahmanîne got.
Hz Musa zaftir bi
"Deh Biryar" hate nazkirinê
1.Wê yek Xwedayê te hebe ew jî wê bes YHVH be.
2.Yek Xweda besî me ye. Êdî ne li jor ne li jêr ne li bin erdê cî yê veşartî put û sanem çênekin û nehebînin xwe Xeynî Xweda li ber yekî neçemînin
3.Navê Xweda li ser tiştê bereday nebêjin ji boy tiştê bereday jî gazî Xweda nekin. Xweda li ser tiştê bereday ku gazî wî bikin û were wan kesan ceza dike.
4.Di heftîyê de şeş roj kar û xebat bikin hilberîn bikin ji boy cîhanîya xwe bixebitin. Li dawîya heftîyê roja şemîyê jî roja şabata pîroz jî hemî kar û barê xwe dest jê berdin ji Xwedayê xwe re (YHVH) îbadet bikin. Ew roj her daîm wê weha be.
5.Hûrmetkar be ji dayîk û bavê xwe re
6.Nekuje kujtinê neke
7.Zina neke
8.Dizî neke
9.Fesadî neke li ser cîranê xwe bi derewkarî şahidî neke
10.Erişê Mal û milkê cîranê xwe neke, êrişê malê nasê xwe neke