Bifire Dilê Min
Çend sale di girtîgeha dilê min de,
ti girtî buy dilê min
Ez te dibexșînim dilê min
Tu jî min bi bexșîne
Êdî tu azadî bifire dilê min
Bifire dilê min weka çivîkên
mala tolaz tolaz
Bifire dilê min weka hechecoka welat bi welat
Bifire dilê min weka teyra bilind bilind
Bifire dilê min bina pelê daran bahê te bi kurde bir bi wirda bifire
Bifire dilê min lê neçe ji aqil ne pirse
Bifire
Binê binê binê!
Aqil bi aqile
wê here ji bawerîya bi pirse
Çıka xêr û günehê wî çiye
Bifire
Wê here ji qanuna bi pirse
Çıka suc û cezayê wî çiye
Bifire dilê min
Wê here ji xelkê bipirse
Ka örf û adetê wan çiye
Bifire
Wê here ji fikran bi pirse ka fikra wan çiye
Bifire dilê min
Bê tirs bifire
Bi fire dilê min
Bê Pirs bifire
Bifire dilê min
Bê șerm bifire
Bifire dilê min
Bê sînor bifire
Bifire dilê min
Azad û Azad
Bifire dilê min...
ti bi kurde dixwazî bifire
Ti çewa dixwazî hima wisa
bifire
Bifire dilê min bifire...
Sosyolog Marangoz Zeki Altuboğa