Heqqî û neheqî
Li gorya serokê nijadperest yê faşîst
"dibêjin netewa me raserî hemî netewa ye"
"Xweda taybetmendîyek daye me ji boy em her daim pêşengê netewê din bin "
"Emê mezin bin ewê xulam û kole bin".
Dibêjin :"em zilm nakin em neheqî jî nakin
Ev tiştê em dikin mafê me ye".
Mînak dagirkirina dewleta cînara mafê xwe qebul dikin.
Hemî dewlemendîya cîhanî mal û milkê bavê xwe qebul dikin...
Mînak Emerika, mînak Rusya, mînak tirk , mînak îran, Çin, İngiltere...
Hun zanin ez dibêjim çi?
Hemî mijar tê li ser heqîyê datîne.
Heqî ku heqê we be ne hun bêjin heqê me ye!
Li ser ruyê vê zemînê an ruyê erdê
Du fikirê li ser heqîyê çêbune
Heqî û neheqî
Rêya yekem
Rêya ku pêxemberan ji xwe re hildane û kesên di rêya wan de diçin.
Rêya rast, rêya heqîya rastîyê eve.
Rêya duyem rêya zaliman, rêya fîrewma, rêya Nemruta rêya Seedama rêya xerabkeraye