KOPERATÎFA MUTEHÎTAN
11 kesên ku avahîsaz in koperatîfek ava dikin. Her yek ji wan 500 hezar lîra pere dide qeseya şîrikatiyê. Bi vê rengê dibe şîrikê koperatîfê.
Piştî avakirina koperatîfê temam dibe, her endamek 10 hevalên xwe tîne dike endam.
Bi vê şeklê ev koperatîf dibe xwediyê 121 endam.
Peyre heta ev koperatîf 500 endamên wê çêbibin û her yekê 500 hezar lîra dan 250 mîlyon (42 mîlyon dolar) pere kom dibe.
Em bêjin ev li stenbolê an li ewropa hatiye damezirandin.
Her avahîsazek 50 xebatkarên(şîrik) wî bixwe hebin 500 endamên koperatîfê me hene 25 hezar xebatkarên vê koperatîfê(şîrik) çêdibin.
Bi şîrikatiya bi vê rengê dikarî beşekê aboriya wî welatê bi dest bixî.
Di nav xwe de êdî şîrikatiya hostayên dîwaran, hostayên hesinan, hostayên boyoxan, hostayên binavayiyan, tîmên teknolojiyê, tîmên reklamê hwd. çêdibe û di bergîdana keda wan de avahiyên ku em çêdikin didin wan. Yên ku em bixwe nafiroşin para wan didin wan.
Ji bo ev budçe bi rastî were bikaranîn û di ewlehiyê de be
1. Sêrokê koperatîfê, pirsiyarê kirînê û hesabdar hene. Dema tiştekî tê kirîn pirsiyarê kirînê fatoreyê malê ku kiriye tîne dide hesabdar. Hesabdar bi kesên ku mal jê hatiye kirîn dikeve têkiliyê. Serewext dibe. Li pîyasa li buhayê wî malê dinihêre. Eger erzantir be erê dike, dişîne cem serokê koperatîfê. Serokê koperatîfê jî dema erê kir û îmze kir ew pere dikeve hesaba firoşkaran.
2. Eger budçeyeka zêde be bi îmzeyê serok û 2/3 rêveberên koperatîfê îmzeyê wan pêwist e.
SOSYOLOG MARANGOZ ZEKİ ALTUBOĞA