KOLANA AZAD
Di kolanên avakirî yên niha de du apartman em dihilweşînin. Ev der nêzîkê 500 m² ye. Em vê derê dikin otoparka bi asansor. Qatên serî de jî rêveberiya vê kolanê bi cih dikin. Sîstema enerjiya kolanê sîstema ava kolanê di vê apartmanê de çêdikin. Li ser hemû apartmanan panelên tavê û trîbûnên bayê bi cih dikin. Sîstemeka baranê li ser apartmanan çêdikin ku dema baran were ava baranê di depoya serê kolanê de dicive. Bi panelên tavê û trîbûnên bayê kolan elektrîka xwe dihelberîne. Nava hindirê kolanê ji bo jiyana rojane bi gul, sosin û daran tê xemilandin. Di hewizên ji bo zarokan cihê rûniştin û paldanê ji bo kal û pîran, cihên meş û bezê tê çêkirin. Her du aliyên ku niha piyarê ne, dibe cihê seyareyan. Jixwe xeynî mal barkirinê û rewşên awarte seyare nakeve kolanê. Seba li ser kolanê ji bo seyareyan cih tê çêkirin. Ev kolan rêvebiriya xwe heye. Ev kolan ewlehiya xwe didamezirîne. Paqijkirin û piştgirî û alîkariya gelê kolanê berpirsiyar e. Navê vê kolanê em ‘Kolona Azad’ dikarin daynin. Seba ku enerjiya xwe bixwe çêdike. Ava xwe bîr lêda ye bixwe dertîne. Rêveberiya xwe heye. Dema nakokiyeke hiqûqî jî derkeve bi riya hekema mijara xwe çareser dikin. Aliyekê hakemekê hildibijêre, aliyê din jî hakemekê ku pê ewle ye dihilbijêre. Herdu hakemên hilbijartî serokhakem ji xwe re hildibijêrin. Ew çi biryarê bidin em rêz ji wê biryara wan re digirin. Heta ku ew mesrefa kolanê derkeve, serê malê aydat dide ji bo xizmetgûzariyê, ji bo ewlehî, paqijî, enerjî û hwd. Her malek beramberê wan xizmetan 50 dolaran dide. Her apartmanek 12 mal hebe û du kolan hene û li her kolanê 100 mal hebe ev tevahî dike 120 hezar dolaran di heyvekê de. Heta pereyê ev mesrefa li kolanê hatiye kirin derkeve aydat bi vê rengê tê stendin. Piştî ku mesrefen kolanê hatiye kirin derket vê gavê aydat tê mînîmîze kirin. Pereyekî hindik tên stendin ji bo xizmetgûzariyê.
SOSYOLOG MARANGOZ
TEL:+90 507 448 46 01
MAIL:zekialtuboga72@gmail.com