KOOPERETÎFA TENDURİSTİYÊ
Li navçeyekê em avahiyekî çêbikin ji bo mala tenduristiyê. Em wê wek Şîfaxane binav bikin. Ev Şîfaxane qata herî binî stargeh e. Qata serî otopark e. Qata li ser otoparkê Bazara Taxê ye. Qata ser Bazara Taxê dikan û cihê rêvebirina wê şîfaxaneyê heye. Qata yekem ta sêyem şîfaxane ye.
Rêvebiriya şîfaxaneyê wê aboriya xwe bi çi awayê peyda bike? Ji dikanokên biçûk ên Bazara Taxê ji ciroyê wan par tê sitandin. Ji %20ê ciroya wan ji bo kirêya wan dikanokan distîne.
Ji dikanan jî herwiha %20 ciroyê wan tê sitandin. Wekî din Gelê wê taxê dibin endamê kooperatîfa Şîfaxaneyê. Di malbatekê de yek kes dikare bibe endam û serê endamê 10 dalar di heyvekî de tê sitandin. Ev di salekî de dike 120 dolaran. Di navçeyê de em bêjin nêzikê 400 mal hene. 48000 dolar dikeve qaseya mala Şîfaxaneyê. Ji kirêya dikan û dikanokên Bazara Taxê jî nêzîkê 5000 dolar jî ji kirêya dikanan were. Ev tevde dibe 53000 dolar.
Kesên ku li vê Şîfaxaneyê dixebitin mesrefên xwe bêyî ku ji qaseya dewletê pere derkeve dikarin fînanse bikin. Dema ev sîstema tenduristiyê li hemû welat belav bibe gel bi pereyekî pir hindik dikare here Şîfaxaneyê şîfa bibîne. Tenduristvan maeşekî baş dikare bistîne. Dewlet pereyekî pir hindik ji bo tenduristiyê diveqetîne. Sîstemê tenduristvaniya halê hazir de ji serî heta binê zilm e. Nexweşxaneyên taybet cihe şêlandina gel e. Navê wan jî li ser wan diyar e. Navê wan nexweş-xane ye. Ji vê xaneyê re her dem nexweş pêwist in. Dermanek didin nexweşekî dibêjin: “Divê heta tu bijî ev derman bixwî.”. Ka ev hal e?
SOSYOLOG MARANGOZ