ZANÎNGEHA HILBERÎNÊ
Ev zanîngeh weke beşeke zanîngehekê ye û wê bi vê sê beşan pêk were:
- Cihê Hilberînê
- Cihê Raketinê
- Cihê Perwerdehiyê
A)Cihê Hilberînê
Wê ev zanîngeh hilberîna ku li welat herî zaf ham madde çi be li serê cihê hilberinê ava bike. Mînak: heriya sor li Kurdistanê gelek e. Nexwe dikare seramîk, tuxle, destşok, kevirên cihê destşoyê û WCyê frangî pê çê bikin.
Xwendekar ji serê sibê heta nîvro di vê kargehê de dixebitin û hilberîn dikin. Nîvro dirawestin piştî rawestina du sê saet bi şûn de îcar diçin cihê ku perwerdehiya teorik.
Di perwerdeya teorik de
a)dersa mihasebeyê
b)dersa matematîkê
c)dersa kompîtirê
d)dersa Qur’anê
e)dersa li ser amûrên ku bi heriye tên çêkirin.
Seba ku di vê hilberinê de xwendekar dixebitin maeşekî wan heye. Em bêjin maeşê xwendekaran 100 dolaran e. Di heyvekî de 25 dolaran em ê kêm bidin wan. Ev li ser navê wan li cem me dibe weke deyndarî. Em dibin deyndar ji xwendekaran re. Piştî çar salan ku ew zanîngeha xwe xelas kirin em bi wan xwendekaran re şîrikatiyê çêdikin. Di çar salan de serê xwendekarekî 1200 dolar li cem me kom bûye. 100 xwendekar her yekî 1200 dolar bi 120 hezar dolaran şerîkatiyek ava dikin. Ew qas jî zanîngeh tev li şîrikatiyê dibe. Ew qas jî hikumet. Hemû dibe 360 hezar dolar.
Piştî ku hilberîn kirin %40 ji xwendekaran re %40 zanîngeha hicreye yekem re %20 ji hikumetê re.
B)Cihê Raketinê
Cihê raketinê ji 100 malan pêk tê. Ev malên raketinê deh qat in. Qata herî binî cihê sitargehê ye. Qata li ser vê otopark e. Li ser otoparkê jî depoyên 50 metreyî hene. Li ser depoyan dikan hene. Di qata 10an de jî cihê perwerdehiyê heye.
Li qata yekem 12 mal hene. Du mal ji bo mêvanan ji bo şevbêrka û ji bo ku zarok û jin werin cem hev aliyekî jî mêr dîwan daynin êvaran. Û weke mescidê wan e. Deh malê din jî her malê xwendekar û malbata xwe lê dimîne. Her qat xwediyê lîftekî taybet e. Lîftek jî heye ku diçe qata 10an. Ev SedMal bi panelên tavê re elektrîka xwe hildiberîne. Bi bîrên avê jî ava xwe derdixe.
C)Cihê Perwerdehiyê
Di mala SedMal de qata dehan cihê perwerdehiyê tê çêkirin. Wê cihê beşa matematîkê, cihê beşa mihasebeyê, cihê beşa kompîtirê û cihê perwerdehiya Qur’anê û cihê perwerdehiya li ser amûrên hilberîne hebe.
SOSYOLOG MARANGOZ